Duh bi şev / Şevîn Hesen – واحة الفكر Mêrga raman
Şevîn Hesen

Duh bi şev

Şevîn Hesen

………….

Doh bi şev

Dojehek û bihştek

Bi hev re

 dîlan dîlan  dikirin

Xew û hedan ji wan

Bi van çavan qet neketin.. yar

Wêneya te li herdu kenaran

Hildayî bû mîna du alan

Ji wan nerîna min venedibû

nikarî bû xwe ji wan berde

Te nizanî bû çavê te

 ma çi ken bi êşa min

dikir û

 ez digiriyam…

Li pê kenê jî  bi bedewiya xwe (çavê te)

 Zîz û dilovan  bibû

û

çavê min ê  têr şiyarî

 û

westiyayî

 Bizîzbûna diyekê  bi dergûş

min berdida landika

 xewa şêrîn

 tev tîna  ji jê..

Vê sibê   ji nîgaşa

 te

Ji wê wêneyê ve

Roka  min

 hilêt….

Û va me

Di vê kêliyê de

 ez ji te dertînim

 ji koka vî dilî diçînim

bi gotin û hestan  diafirînim..bê;

Ji ber te

Çi qeyamet  bi şevan

…Tê

Li  ber dergehê

…Şevê

Dîlan dîlan

…dikin