الرئيسية / Beşê Kurdî / zimanê dil li cem kurdan / Çîmen Adil

zimanê dil li cem kurdan / Çîmen Adil

zimanê dil li cem kurdan / Çîmen Adil

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

“Dilê nermî neda yek roj ji bo me te li Kurda çi dawa ye, çi doz e!” Wiha Seydayê Tîrêj ê helbestvan gazî dilê nerim, tenik, zîz û dilovan dike û Xweda lê xweşbûyî Ebdulmelik Furat, neviyê Şêx Seîd digot: “Herçî derd û felaket û

.”belayên ku hatine bi serê gelê Kurd de sedema wan tenikbûn û dilovaniya dilê wan e

Bêguman dil parçeyeke goşt e, karekî mîkanîkî dike, wek ku jê tê xwestin. Di serdemên kevin de, û di heyama sedên salan de karê dil weke endamekî laş nehatibû zanîn, Misriyên kevin ango Feroniyan jî beriya ku laşên miriyên xwe mûmya dikirin mejî jê dûr davêtin û dil jî dihiştin

Gelek feylesûf jî mîna Aristo digotin, tevahiya erkên hiş di dil de çê dibin, ne di mejî de û dil berpirsê tevahiya erkên hizir û ramanê ye, lê gelê Kurd gelek kar û hest û rewiştên xwe bi dil ve girêdane, ango dil cihekî hişgirtî ye. Ev yek di Zimanê Kurdî de baş diyar dibe û gelek destewaje hene gotina dil li xwe digire û di warên cuda cuda de, nimûne jî gelek hene, weke: ( Dilê min dipije vê xwarinê. Dilê min dibêje di vê riyê re neçe. Dilê min ji vî xortî, ji vê keçê

.(hez dike. Dilê min ji te maye, ango xeyidî ye. Min dil girtiye, ango ez evîndar im. Dilê min bihurî û…. h.d

Çîrok, stran, efsan, pend, serpêhatî û ferhenga Kurdî ji serbihûrî û serpêhatiyên dil têr û tijî ye, bi taybet di warê eşq û evîniyê de û di warê mêraniyê de jî, ta gihaye wê radeya ku beşeke mezin ji Kurdan pêşnavê xwe bi dil ve

.(girêdidin, mînak: (Dilêr, Dilovan, Dilpak, Dilşêr, Dilyar, Dildar, Dilniya, Dilber, Dilvîn, Dilsoz

:Melayê Cizerî jî li ser hêz û giringiya rola dil wisa dibêje

 Hostayê eşqê dil hevot

 Ser ta qedem hingî disot

 Remza enel heq her digot

 .Bawer bikin mensûr e dil

Çîmen Adil / جيمن عادل

عن Xalid Derik

اضف رد

لن يتم نشر البريد الإلكتروني . الحقول المطلوبة مشار لها بـ *

*

x

‎قد يُعجبك أيضاً

أسمال الفزاعة البالية للشاعر بادماسيري جاياثيلاكا / ترجمة : بنيامين يوخنا دانيال

هايكو ( 1 ) أسمال الفزاعة البالية يسحب الحباك خيوطها * من ...

في الجهة الأخرى من الخديعة / بقلم: سالم الياس مدالو

  في الجهة الاخرى من الخديعة تفرك الغربان باجنحتها الشوك العوسج والحنظل ...

حلبجة الجريحة / بقلم: عصمت شاهين الدوسكي

  هلموا اسمعوا هذا الخبر نبأ اليوم قد تجلى حضر من قريب ...

التناقض بين الحالة الإبداعية والموقف الأخلاقي/ بقلم: إبراهيم أبو عواد

       الإبداعُ الفَنِّي يَرتبط بالبُنيةِ الأخلاقية الفَرْدِيَّة والجَمَاعِيَّة ، ولُغَةُ العملِ ...

 رمــضانُ / بقلم: عبدالناصر عليوي العبيدي

        – – – – – – – أتــى رمــضانُ يحملً كـلَّ ...

,جدارية محمود درويش بين قراءتين / بقلم: فراس حج محمد

| فلسطين “انتهت القراءة الأولى الساعة 7:45 مساء يوم الاثنين 19/6/2000” هذا ...

لم التشكيك بالأحاديث النبوية؟ / بقلم: خالد السلامي

  تعودنا بين حين وآخر ان نرى بعض التصرفات التي تتعمد الاساءة ...

  قراءة في ديوان “ضجيج كثيف” للشاعرة نبيلة الوزاني/ بقلم: بوسلهام عميمر

“بعيدا عن الهلوسات، الشعر بلوازمه قضية ومسؤولية”   “ضجيج كثيف”، ديوان نبيلة ...

واحة الفكر Mêrga raman