الرئيسية / Beşê Kurdî /   Ebdirehman Ehmed: Min pir ji hejar û binzoran re stra û min çi piştvanî ji çi alî ve negirt/ wergerandin ji Erebî: Cankurd/ Hevpeyvîn: Xalid Dêrik

  Ebdirehman Ehmed: Min pir ji hejar û binzoran re stra û min çi piştvanî ji çi alî ve negirt/ wergerandin ji Erebî: Cankurd/ Hevpeyvîn: Xalid Dêrik

 Ebdirehman Ehmed: Min pir ji hejar û binzoran re stra û min çi piştvanî ji çi alî ve negirt

Ebdirehman Ehmed: Efrîn zevînê Zeytûnê ye, erdê aştî û evînê ye, xêr û bêrê ye. Efrîn lêdaneke ji lêdanên dilê Kurdistanê ye

 

مع الشاعر والفنان عبد الرحمن أحمد/ حوار أجراه: خالد ديريك/ الترجمة من العربية إلى الكُردية: جان كورد

Şemî:   2018/03/10

Hevpeyvîn Bi helbestvan û hunermendê mezin Ebdirehman Ehmed re 

Wergerandin ji Erebî: Cankurd/ Hevpeyvîn: Xalid Dêrik

ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Ebdirehman Ehmed sala 1947ê ji malbateke cotiyar a hejar li gundê Koran – Nehya Cindêrês a girêdayî bajêrê Efrîn – Sûriye ji dayîk bûye

Dest bi xwendina xwe ya seretayî li gundê (kefer Sefrê) yê nêzîk kirî ye, ji ber ku hîngê li gundê wî dibistan tune bû. Paş pênc salan çû gundê Mîrkan ê tenişt wan, ku ew jî girêdayê hêla (nehya) Mabeta ye li derdora Efrînê, û gava belgenameya koçbera seretayî standiye, careke dî koç kir, lê vê carê ew çû hêla Tirmanînê, ku ew jî li derdora Efrînê ye, da xwendina xwe li wir teva bike û ji ber ku li wir malin erzan ji bo kirêkirinê hebûn. Paş sê salan belgename ya koçbera dibistana amadebûnê stand

Ji ber mercên diravî yên nebaş, ew binzor bû rêgaha xwe ya fêrbûnê rawestîne û ji bo alîkariya bavê xwe, xwe di nav zeviyê çandinê de dît

.Ebdirehman Ehmed bi zûkî, hîn ne bûbû heştdeh salî jin anî, ku pişt re sê sal û nîvan berdestiya leşkerî ya naçar kir

………..

  • Geşta lêgerînê li pariyê jiyanê

  :Ew dibêje

„Dema ez bûm bavê şeş zarokan, jiyan ji min re pir giran bû ji ber ku hatinî yên bavê min têra derhatî yên me gişa ne dikirin“

Lew re biryara xwe da û bar kir bajêrê mezin (Heleb), bi hêviya ku li wir erkeke bi mûçe bibîne, da pariyê jiyana zarokên xwe bi dest xîne

Paş lêgerînê bi kurtedemekê, bextewar bû, ku wekî karbidestekî di kargeha post (Berîd) û telefonê de hate bi cih kirin (Hîngê Post û telefon di yek saziyê de bûn) û bîst salan di wê saziyê de kar kir û rewşa wî ya diravî baştir bû, ku mîna hatiyên kesekî nîvrêz  bû, lê paş wa dema dirêj di wê kargêriyê de dilê wî jê rabû, û nevîna wî karî kir ji ber sirûştiya nû ya wî karî. Careke dî zîvirî gundê xwe

Di wê navê de kurêd wî bûn ciwanmêr û koç kirin Ewrûpa, yek li pey yê dî, di dem in ji hev nêz ve. Ew jî li dawiyê binzor dibe, ku mala xwe ya bi xwîdana eniya xwe ava kiriye bihêle, ewa ku wî hêvî dikir, rojekê tê de heta dawiyê bimîne û vehese, û tew ne di bala wî de bû, ku paş şêstsaliya temenê xwe ew jî wê li pêlê suwar bibe û bi pey zarokêd xwe keve li dûrava (menfa) Ewrûpî, da ew neyê girtin û ji ber revîna ji cenga, ku welatê wî daye ber xwe

Niha jî helbestvan û hunermendê mezin Ebdirehman Ehmed li bajêrê Zürich a Swîsrî li gel malbata xwe daniştiye

  • Rêveçûna wî ya hunerî

:Ew li ser rêveçûna xwe ya hunerî dibêje

Ez xortek bûm di geşbûna temenê xwe de, hîn nebû bûm duwanzdeh salî, dema hunermend dihatin gundê me û li ba kesekî ji gundiyan  şevbuhêrka xwe dikirin (Ewên rewşa wan baş û malên wan mezin) û xelk li ba wan diciviyan. Di wî temenî de, ez bi wan re li encumena wan amade dibûm û min guhdariya gotebêjan dikir, ji wan du kesan ez bi bîr tînim (Reşîd Me’m Çîçan û Ibramê Tirko), wan ji haziran re li ser efsane û çêrokên mêrxazan ên kurdî digotin. Ez bi wan herdu kesan pir hukar bûm. Min guhdariya wan dikir û hîn ez piçûk bûm û min hêvî dikir, ez bibim hunermendek û ez jî cengan û efsaneyên kurdî  bibêjim, da ez bi van karan civak û nasên xwe rewşentir bikim, û ez di vê rêyê re çûm, bê ku kesek  piştvaniya min bike

Çêkirê acetên Tenbûrê ji gundê me Koran bû, wî ji min re tenbûrek çêkir bi 35 Lîreyên Sûrî. Herku min li wê dinêrî, ez gelek dilşad dibûm, wekî ez aşiqê wê bûme. Gava merivên min û xelkê gund bi wê yekê agahdar bûn, dest pê kirin lome ji min kirin û gotin: „-Tu mirovekî xudan heyîn û êla te heye û navê malbata te bilind e, lê tu ketiye rêyeke şaş bi vî karî xwe, vê dûr ji xwe bavêje.“ Mebesta wan Tenbûra min bû

 

 

:Hunermend bûyerekê tîne bîra xwe li ser vê acetê, ew dibêje

 „-Tê bîra min… û ez ji bîr nakim, ku xalê min rojekê mala me, û paş ku Tenbûra bi dar ve, li ser dîwarê dît, rakir û bi hêz avêt xarê ser erdê, da ew aceta min li ber çavên min bibe 50 parçe, û hêstirê zuwa di çavêd min de civiyan, bê ku ez kanibim tiştekî bibêjim

Paş ku temenê min bêtir bû ji 17 saliyê, êdî lomeyên xelkê ji min re ne giring bûn, nema min guh didayê û min rêya hunerê da ber xwe, û min ji cengên (Stranên mêrxasan û cengan) dîrokî hez kir, ji xeynî xwe bêtir, ji ber ku ez dîrok û zanîna serzevînî (Geografî) ya kurdî bi Folklora kurdî ve girêdayî ye… û min karê xwe ta roja xwe ya îro gudand, û ez ne ji ziyankêşa me, belku ez bi kar û hunera xwe serbilind im

Ez li ser destê mamoste yê xwe Hesen E’bûd, lêderê Du yê navdar û dostê min ê di kar de fêr bûm, min huner û fêrbûna xwe ji vî mirovî yê navbilind bir, û min li ba mamoste Edîb Eddayêx Solfêja stranê xwend

  • :Babetê stran û pirtûkên wî

Bo min stranên şoreşgêrî, neteweyî, folklorî kurdî û Marksî hene. Di destpêkê de şoreşî bûn, ji ber ku ez hîngê Marksî bûm, û min pir li ser hejar û sîtemaran  stra, pişt re min stranên neteweyî li gel ên şoreşî stran û di serî de strana ku sernavê wê ev bû (Werên îro Newroz e) û paş panzdeh salan, min dest bi nivîsandina çêrok û romanên mêrxazî kir, heta sala 2004ê, bi ser de jî min stranên folklorî stran, yên ku ez aşiqê bûbûm

Li ba min bêtir ji 25 stranên sade kurdî hene û min gelek jî bi pir hunermendên Rojava – Sûriye nivîsandin û yekemîn helbesta min nivîsandî bi zimanê Kurdî bû û bi sernavê

(Keça kê ye ez nizanim)

 (û ji nivîsêd min:  Jînnigariya hunermend, lêhatin û Qeder, Reyhan û Tiryaq (Romaneke

Li ser her 4 kurên xwe jî dibêje, ku ewana jî di rêya hunerê re çûn û ketin nav keftelefta hunerî û ewana jîbûn hunermend

-Hemodê lêderê aceta Dram e, Di îzgehan de û li gel pir hunermendan xebitî, ji wan jî hunermend ê Kurd ê cîhanî yê navdar (Şivan Perwer)r

Ehmed jî tenbûrvan e ـ

Emmar şaxnasê tomarkirina stranan e ji hunermendan re ـ

.Delîl jî lêderê aceta Dram e û li Swîsra dijî û di nav desteya Raman a kurdî de dixebite ـ

 Hozanvan û hunermend Ebdirehman Ehmed şirove dike, ku pêwîste rewşenbîrê Kurd ji lêkolîn û pesindariya ji bo armancên xwe yên kesanî bi dûr keve, di dema ku stran û sazên me yên kurdî yên folklorî  tên dizîn û ên ne ji gelê Kurd jê mifayê distînin, wan berhemên ku lehengvaniyê kurdî yên kevin in. Ma bo çi em li dîrok û kevnedema xwe venagerin û li ser wan berhemên ku berî niha bi sedan an bi hezaran sal nanivîsin

û dibêje: Ez ji hemî hogirêd xwe yên hunermend tika dikim, ku ji dil de û bi dilsozî dîna xwe bidin ser strana folklorî, ji ber ku folklor dema me ya borî û efsaneyên me tîne bîra me, wek (Kulikê Silêman, Tayîr Beg, Guhreş, Sad Ehmed) û bi sedan ên wek wan, da giş bizanin, ku folklora me dîroka me ye, dîroka me jî dema me ya niho ye û ev dema me jî paşeroja me ye. Gava strana kurdî winda dibe, hunera kurdî dibe hunereke jêwergirtinî, û niha hunera bê sermiyan wekî nanê ku tamzara ardê genimî jê nayê

Min çi piştvanî ji aliyekî kurdî ve ne girt, çimkê ragihandina kurdî ragihandineke sext e û girêdayî ye û ji bo nasdariya kesanî ye. Ragihandina kurdî kehr e, kûr e û lal e, ji ber ku ez dibînim û dibihîsim, ku hinek ragihandêr û rewşenbîrên Kurd ji dil de bi şêweyekî karhez naxebitin, ewana ne li gor bingeha: „Her mirovek divê mafê xwe bistîne“ kar dikin

 

:û li ser dûriyê jî dibêje

 Li dûriyê, ez xwe di zindaneke vekirî de dibînim, çimkê ez kurê dilsozê Efrîn im, ez tê de û di nav daristanên wê de mezin bûm. Efrîn ji jîna min bihatir e, tê de hemî bîranînên min hene, ji zarotiyê de. Dema ez li gund bûm berkenîna min balatir dibû û ez herdem rûgeş bûm, geşbûnê hinava min dadigirt. Ji min bawer bikin, ez li vê dûriya xwe wê berkenînê nabînim. Efrîn zevînê Zeytûnan e, zevînê aştî û evînê ye, xêr û bêrê ye. Efrîn lêdaneke dilê Kurdistanê ye

Ez ji Xwedê tika dikim, ku kona aştiyê di ser Efrîn û gelê wê re verişîne, û hêvî dikim, ku rewş li welatê min hêmin bibe û ez vegerim cîhana xwe, civaka xwe, gundê xwe û zevînê xwe, da berkenîn û dilşadiya min li min vegerin

 

:û li dawiyê dibêjim

 Ez wekî hunermendekî ji 35 salan ve, hinek dengên ne hêja û ne rûşeng dibihîsim, ji wan kesên xwe wek haydarên hunerê didin nasîn û helbestan ji gelek helbestvanan dibin, lê bi xwe nizanin, ka ew helbest serpêyî „îrtîcalî“ ye an ji bo stranê ye, pişt re stran bê wate dibe, ez ji hemî hunermendan hêvî dikim ku peyva bi hêz û sazê nehatiye dizîn bi kar bînin û bala xwe bidin ser

…………

 linka hevpeyvîne a bi Erebî 

رابط الحوار باللغة العربية

الشاعر والفنان عبد الرحمن أحمد: غنيت كثيراً للفقراء والمظلومين ولم أتلق دعماً من أي جهة/ حاوره خالد ديريك


عن Xalid Derik

اضف رد

لن يتم نشر البريد الإلكتروني . الحقول المطلوبة مشار لها بـ *

*

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد (21) من مجلة شرمولا الأدبية Hejmara (21) a Kovara Şermola Derket

  صدور العدد (21) من مجلة شرمولا الأدبية   صدر العدد (21) ...

السهل الممتنع في ديوان “للحبر رائحة الزهر” للشاعر نصر محمد/ بقلم: ريبر هبون

وظف نصر محمد الإدهاش مغلفاً إياه بالتساؤل مقدماً اعترافاته الذاتية على هيئة ...

شعاراتٍ العربْ / بقلم: عبدالناصرعليوي العبيدي

فــي  شعاراتٍ العربْ دائــماً تَــلقى الــعجبْ . رُبّما  المقصودُ عكسٌ لستُ أدري ...

 القراءة :النص بين الكاتب والقارئ/ بقلم مصطفى معروفي

من المغرب ــــــــــــ بداية نقول بأن أي قراءة لنص ما لا تتمكن ...

جديلة القلب/ بقلم: نرجس عمران

عندما تضافرتْ كلُّ الأحاسيس في جديلة القلب أيقنتُ أن رياحكَ هادرة ٌ ...

على هامش تحكيم مسابقة تحدي القراءة / فراس حج محمد

من فلسطين تنطلق مسابقة تحدي القراءة من فكرة أن القراءة فعل حضاري ...

نســـــــــــــرين / بقلم: أحمد عبدي 

  من المانيا “1”   توقف البولمان  في المكان المخصص له  بعد ...

أناجيكَ ياعراق / بقلم: هدى عبد الرحمن الجاسم

أناجيكَ بين النخلِ والهورِ والنهرِ وأشكو لكَ الإبعادَ في الصدِِّ والهجرِ إلامَ ...

واحة الفكر Mêrga raman