الرئيسية / Beşê Kurdî / Çima Azadî/ Vejîna Kurd

Çima Azadî/ Vejîna Kurd

 

?Çima Azadî

 

Di ferhenga jiyanê de “AZADΔ peyveke bi pirwate ye û bi jiyan, hebûn û mirovahiyê ve girêdayî ye. Dema ku mirov li ser azadiyê diponije hest û ramanine curbecur payebilind ligel wî peyda dibin. Ne tenê mirov li azadiyê digere, lêbelê hemû giyanên zindî jî doza azadiyê dikin. Dema ku tilûrek di qefesê de li ber xwe dide yan xemgîn be, ma ne ew jî dixweze ku azad bibe û ؟!baskên xwe di dawa ezmên de azad bike û wek dixweze bifire

Azadî ne tenê diruşm û daxwazeke siyasî ye weke ku pir kes wisa dinasin, lê di rastiya xwe de azadî daxwazeke xweristî û mafekî rewa ye. Jiyana bi bend û sindifkirî jiyaneke bê wate ye, dema ku mirov di gotin, kar û nihêrînên xwe de na azad be, tucarî nikare bigihîne armanc û daxwazên xwe, her weha milet û civak jî wisa ne. Ji wê bêtir; mirovê ne azad nikare xwe ji nexweşiyên xwe yên derûnî û civakî jî biparêze. Ma gelo kesê ku nikare xwe biparêze ewê çawa karibe doza pêşketin û pêşvebirina civakê bike û xwe wek rêber bibîne?! Azadî; mejiyê mirov pêşve dibe û dihêle ku derbasî asata nayabdariyê bibe

Li beramberî azadiyê bindestî, zordarî û destlatdarî hene û bend û keleman li pêş azadiyê çêdikin û azadîxwezan bi zîndan, lêdan û carina bi kuştinê jî seza dikin. Lê çendî zordarî û sezakirin hebin, vîna azadixwazan lawaz nabe û dest ji doza xwe bernadin û divê her kes vê rastiyê bizanibe. Ta ku azadîxwez bigihînin armanca xwe ya pîroz û li nîvê rê venekulimin, divê zanînê ji xwe re bikin rêber û nebêjin ku tenê hêz dikare azadiyê peyda dike.  Bêguman azadî; mîna xweristî û parastina mayînê tê naskirin, ew  dihêle ku mirov bi hemû hêz û vîna xwe li hember pirsgirêk û bendên çêkirî raweste û hertim li azadiya xwe bigere. Lê hin mercên wê hene û zor pêwîst e ku mirov hajî wan mercan hebe. Kesên ku azadî nasnekirine, ma gelo ew dikarin wê bikar bînin û nebe tevlehevî?! Azadiya ku rêzgirtina yasaya mirovahiyê negre ew ne azadî ye. Ji hêleke din ve, divê mirov li benda mercên azadiyê nemîne, ya rast ew e, ku mirov mercên azadiyê peyda bike

.

 

 

 Rojanama REWŞEN hejmar 25 Mijdar 2017

Vejîna Kurd

 

 

 

عن Xalid Derik

اضف رد

لن يتم نشر البريد الإلكتروني . الحقول المطلوبة مشار لها بـ *

*

x

‎قد يُعجبك أيضاً

الكتابُ … / بقلم: أحمد بريري

  الكتابُ خيْرُ صحْبي فيهِ تلقَى المعْلوماتِ منْ علومٍ وقرِيضٍ وتاريخِ الموجوداتِ ...

أحلم بعيون ذكية / بقلم: سامح أدور سعدالله

أحلم بعيون ذكية أتغمض عيناي الغبية  ذكائي؟ تلك هي المعادلة التي تحتاج ...

قصيدة”سكارى بالكرة” للشاعر مصطفى معروفي/ بقلم: عبد الرحمن منصور

1ـ القصيدة: سكارى بالكرة شعر:مصطفى معروفي نظـلُّ بهـا علـى وهْــمٍ سـكـارى***و قد ...

الفصام / بقلم: عــبــدالناصر  عــلــيوي الــعــبيدي

  ———- الــصدقُ فــي الإنــسانِ خيرُ فضيلةٍ فــــعــلامَ تــكــذبُ أيــهــا الــكــذابُ – ...

أشياؤها الخمس / بقلم: فراس حج محمد

  [محاولة رثاءِ امرأةٍ ضاعت في جنون الحرب]   أشياؤها الخمسُ التي ...

الأخلاق في رواية عشيق السيدة تشاترلي للكاتب دي إتش لورانس / بقلم:محمد عبد الكريم يوسف

  أثارت رواية دي إتش لورانس “عشيق السيدة تشاتيرلي” الجدل والنقاش منذ ...

السياسة في أنتوني وكليوباترا / بقلم: محمد عبد الكريم يوسف

    في مسرحية ويليام شكسبير “أنتوني وكليوباترا”، تلعب السياسة دورا مركزيا ...

نزل المطر/ بقلم: آمنة بريري

نزل المطر   فاصطبغ الكون بالصفاء والسموّ   وسرت نسمات شذيّة تلامس ...

واحة الفكر Mêrga raman