12 فبراير، 2025

واحة الفكر Mêrga raman

أدبية ثقافية عامة

SILAVEK GULGULÎ JI NIVÎSKARA NARÎN OMER RE/Nêrgiz Ismayîl

SILAVEK GULGULÎ JI NIVÎSKARA DELAL Û NARÎN NARÎN OMER RE

Nêrgiz Ismayîl

ـــــــــــــــــــــــــــــ

 

Ev demek bû min xwest di nava rûpelên çavên ku te xêz kiribûn di nava pirtûka te ya hêja “ÇAVÊN DIL” de melevaniyê bikim. Vaye îro melevaniya min qediya

Pir dilşad û baxtewarim ger derfeta min çêbû ku careke din li nav hestên te yên nazenîn bigerim û hîna baştir volqanên nuh temaşe bikim

Min xwest ne bi çavekî bi deh çavên dilê xwe wan çavên te bixwînim, min xwend, gelek şadbûm. Çendîn hêjaye ew pênûs ku bi delalî ji xwere ev êş xweşkirine û şêrîn kirine. Çolên zuha bi av kirine. warê berfê bi kulîlk kirine. stêrkên asîmanan li ser sîngê reqisandine. hunandinek nazik, rêwîtiyek bêdawî, çelengiyek hêjaye pesindayînê. Eger têkevim pesnê de wê demê bi ya min ez ê hemû çavên ku te wan dilan re çêkiribûn bikujim û wateya awiran wê nemîne. Lê rastî jî para xwe ji kesekî re nahêle, rastî her rastiye jê xweştir tuneye

Narîna dil delal

min qet nedîtiye ku pênûsa te ji êşên vê jiyanê xeyidîye, berûvajî her ji bo xweşikiyê nivîsandiye. di her rûleke vê pirtûkê bi dehan bedewî hebûn, di her hevokek wan helbestan de lêgerîna aramî û aşîtiyê hebû

Her bi hêvî me ev bedewî bêne berdewam kirin. Pîroz dikim van helbestên nazik û nazdar

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

Copyright © All rights reserved. | Newsphere by AF themes.