GER EV NEKOMKUJÎ YE ÇÎ YE/Beyar Robarî

?GER EV NEKOMKUJÎ YE ÇÎ YE
Beyar Robarî
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ger ev nekomkujî ye
?Gelo ev çî ye
?Zikreşî ye
?Hovîtî ye
?Dîntî ye
?An berberî ye
Bi ya min ev hemî ye
Neyarê Tirk neviyê Osmanî ye
Û Osmanî ji roja Xwedê dayî ye
Karê wî komkujî ye
Jiber wê sîmbola wî gurê sipî ye
Ev rastiya va zordar û faşîstî ye
Û hîro wek duhî ye
Tiştek li dirindeyî ya wî nehatî guhartî ye
Her xwûnmijî ye û komkujî ye
Û komkujiya herî mezin bêdengî ye
Bêdengiya cîhan Rojavaya Rûreş û bêfedî ye
.Kû hîro li hember va komkujiyan dimîne bê helwestî ye
04 – 12 – 2019
—————————————————
Roja duşemê 2`î meha berfnebarê sala 2019, tundrewên Îslamiyên Sûrî, hevalbendên Tirkiyê, bajarokê Tilrfadê dan ber fûz û topan û di vê êrişa hovane
De bidehan zarok, jin, kal û mirovên hatin kuştin. Ew kesên hatinî kuştin di vê komkujiyê de, xelkê herêma Efrînene, kû berî sal nîvekê ji hêla dewleta tirkan ve hate dagirkirin