الرئيسية / Beşê Kurdî / Daxuyanî ji aliyê Desteya sernivîskariyê ya Kovara Şermola

Daxuyanî ji aliyê Desteya sernivîskariyê ya Kovara Şermola

 

 

 

 

 

Daxuyanî ji aliyê Desteya sernivîskariyê ya Kovara Şermola

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Desteya sernivîskariyê ya Kovara Şermola ya wêjeyî û çandî; we agahdar dike ku deriyê pêşwaziya berhemên wêjeyî û rewşenbîrî ji bo hemû nivîskar û rewşenbîran vekiriye ku li ser rûpelên kovarê berheman biweşînin.

:Beşên kovarê ev in

.Dosyaya hejmarê, lêkolîn, jin û rewşenbîrî, berhemên wergerandî, pirtûk, huner, çîrok, helbest û gotarên çandî

Di 24 meha Îlonê de civîna damezrandina kovarê li dar ket, bi tevlibûna hejmarek rewşenbîrên bakurê Sûriyê, ku tê de biryara derxistina kovareke wêjeyî, rewşenbîrî û sêmehane li bakurê Sûriyê , bi zimanê Kurdî û Erebî be û bi navê Şermola be, her wiha di civînê de desteya sernivîskariya kovarê hate hilbijartin.

:Rêgezên weşanê di kovarê de

.Kovar bi dilxweşî pêşwaziya hemû berhemên wêjeyî û rewşenbîrî dike

.Hemû berhemên ku digihêjin kovarê; di nirxandina desteya nivîskariyê re derbas dibin

.Derbarê berhemên ku têne weşandin; nayê wateya ku ev berhem nêrîn û polîtîkayên kovarê derbirîn dikin

Pêwîst e ku hemû lêkolînên ji kovarê re tên şandin, ji aliyê zanistî ve bi belge bin, ku qasa gotarê di navbera 700 ta 1.200 peyvan de be û ya lêkolînê di navbera 2.500 ta 3.000 peyv de be.

:Ji bo jêgirtinên ji jêderan; pêwîst e bi vî awayî werin belgekirin

Navê nivîskar-navê pirtûkê-navê wergêr, eger pirtûk wergerandî be-cih û dîroka çapkirinê. Ji bo dezgehên ragihandinê ku weşaneke wê weke çavkanî û belge hatibe bikaranîn bi vî awayî tê rêzkirin: Navê nivîskar-serenavê berhema hatiye weşandin-navê dezgeha ragihandirê (rojname, kovar, malpera elektironîk)-hejmara weşanê (ya rojname û kovaran)-dîroka weşanê.

Berhemên ku tên şandin ji bo kovarê heger desteya nivîskariyê bibîne ku ev berhem ji aliyê wêjeyî û çandî ve bênirx e, berê hatiye weşandin, ji dezgehine din re yên ragihandinê hatiye şandin, ji derveyî rêgezên giştî yên civakê be yan jî devavêtin ji ol û gelan re hebe; kovar lêborînê dixwaze derbarê weşana van berheman de.

Em hemû nivîskar, rewşenbîr û xwîneran agadar dikin ku hejmara sifirê wê di dawiya vê salê de were weşandin.      Posta elektironîk a fermî ji bo pêşwaziya berheman ev e

[email protected]

Desteya Sernivîskariya Kovara Şermola

عن Xalid Derik

x

‎قد يُعجبك أيضاً

 رمــضانُ / بقلم: عبدالناصر عليوي العبيدي

        – – – – – – – أتــى رمــضانُ يحملً كـلَّ ...

,جدارية محمود درويش بين قراءتين / بقلم: فراس حج محمد

| فلسطين “انتهت القراءة الأولى الساعة 7:45 مساء يوم الاثنين 19/6/2000” هذا ...

لم التشكيك بالأحاديث النبوية؟ / بقلم: خالد السلامي

  تعودنا بين حين وآخر ان نرى بعض التصرفات التي تتعمد الاساءة ...

  قراءة في ديوان “ضجيج كثيف” للشاعرة نبيلة الوزاني/ بقلم: بوسلهام عميمر

“بعيدا عن الهلوسات، الشعر بلوازمه قضية ومسؤولية”   “ضجيج كثيف”، ديوان نبيلة ...

حلم طفلة / بقلم: ماهر طلبه

  قصة قصيرة مر على هذا الحادث سنوات كثيرة.. كنت لم أفك ...

في منحدرات الأرق / بقلم: سالم الياس مدالو

في منحدرات الارق ينمو الشوك العوسج والحنظل وينعق البوم وتنعب الغربان والعواء ...

رسائل خاصّة جدّاً / بقلم: فراس حج محمد

رسائل خاصّة جدّاً إهداء: إلى أميرة الوجد (ش. ح) [وَلِي وَلَهَا فِي ...

أنا اليوم عاجزة / بقلم: ملاك زلّيطة

أنا اليوم عاجزةٌ تمامًا لكن الأفكارَ ليست بعاجزة؛ تحرّضني على اقتحامِ عرش ...

واحة الفكر Mêrga raman