Xewndoş /Burhan Hesso
ـــــــــــــــــــــــــــــ
Kiş dikir kerî
Ji çayê hêviyan ta newala guran pez li pey Ker rêz dibû …
Vedenga Zengilê miryaan li hev vedgerya
Qerpîna poşên Beranan li ser mîhên bi gon hêja bû bibe symbola cengek nêvdewletî !
Bi Sedan mîh , berendîr ,bizaştîr,kavir,Yekber û tuştîran gon dixwarin
Bi Sedan berx li kerî zêde dibûn
Xewndoş şivan bû
Keryê pez di Çar alyên gund re derdixist
Cêrê …
Rojekê ji rojan
Xewndoş bi tenê hat gund
Çiya kevir şîr didan
Ezman ji desthilanîn diket!
Kanî pez?