الرئيسية / Beşê Kurdî / Danya Mardînî: Rengên hunerî têne guheztin, û her cûre bi rengek bêhempa ye ku me dikişîne nav cîhana xwe

Danya Mardînî: Rengên hunerî têne guheztin, û her cûre bi rengek bêhempa ye ku me dikişîne nav cîhana xwe


Mahir Hesen


Keçek ji Amûdê bi temen xwe piçûke  lê bi berhemendiya xwe pir mezin e, bi şêweyekî bedew şêwesaziyê dike û dikare hestên xwe bi rêça şêwesazî bîne ziman. Em ê hewl bidin ku wê zêdetir bi xwendevanan bidin nasîn û xebata wê derxin pêş. Ew keça Ciwan, bi raman û hestan li ser afirandina şêwesazên rind dirawste. Reng û awayên cuda, bi kar tîne, di encamê de sipehî, ronahî û bi awayekî xweşik şêweye diaferîne, da ku diyardeyên rastîn derxînin holê.
Gelo ew kî ye? Bi nav Danya Mardînî ye, Ew di sala 2007an de li bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye, ji temenekî piçûk ji 9 saliya xwe de dest bi karê şêwekariyê kiriye. Wek tê zanîn ku Gelek hunermend xwedî berhemendiyê  û şiyana şêwekariyê ya cewherî ne, lê yên ku ne xwediyê wê berhemendiyê bin, xwe bi perwerdekirina çi bi kurs an jî bi bernameyên cûrbecûr hunerî fêrî şêwekariyê bibin, lê Danîya ev berhemendî bi cewherî wergirtiye, û lê xwedî derketiye, ku bibe wek gelek şêwekaran xwedî tabluyên bi nav û deng.

Danya Mardînî wisa ji me re got ku şêwesazî ne tenê hobî ye, ew dixwaze beşdarî pêşangehên şêwesaziyê bibe.

Danya Mardînî, dikare portreyan şêwe bike.şêwesaziya portreyê celebek ku ji bo nasîna mijarek mirovî ya taybetî tê armanc kirin. Danîya wisa axivî: Rengên hunerî diguhezin, û her celeb bi rengek bêhempa ye ku me dikişîne nav cîhana xwe.

Danya di hunera teşkîlî de jî baş e, ku behsa peykersaziya sê-alî û hunera du-alî dike, wek şêwekirin, û peykersaz û hunerên destan, lewra jê re hunera dîtbarî tê gotin.
Malbata Danîya gelek bo wê piştgirin, bi hêzek berz û bilind, da ku şox û şengiya hunera xwe bigihîne her kesî. Wusa ku jiyan bo Danîya buye pênûs û lênûs. Ew ji bo berdewamiya xwendina xwe di gel malbata xwe li Şam baytexta Sûrî dijî.

عن Xalid Derik

x

‎قد يُعجبك أيضاً

أمة العرب والأمم المتحدة / بقلم: خالد السلامي

يعتبر العرب وخصوصا العراق ومصر وسوريا والسعودية ولبنان من اوائل المشاركين في ...

من عمق المجتمع، جداريات بجمالية داهشة للقاصة زلفى أشهبون/ بقلم: بوسلهام عميمر

                        ...

تخفي الهشاشة في زمن مغلق/ بقلم: مصطفى معروفي

شاعر من المغرب ـــــــــ صدِّقوا الطير إن هي مدت مراوحها في دم ...

رحل بيتر هيجز: الرجل الخجول الذي غير فهمنا للكون/بقلم جورجينا رانارد/ترجمة: محمد عبد الكريم يوسف

  اشتهر البروفيسور بيتر هيجز بهذا الشيء الغامض الملقب بـ “جسيم الإله” ...

القيم الاجتماعية في عشيق الليدي تشاترلي للكاتب دي اتش لورنس/ محمد عبد الكريم يوسف

في رواية دي إتش لورانس المثيرة للجدل، عشيق الليدي تشاترلي، يلعب موضوع ...

آهٍ إن قلت آها / بقلم: عصمت دوسكي

آه إن قلت آها لا أدري كيف أرى مداها ؟ غابت في ...

الكتابُ … / بقلم: أحمد بريري

  الكتابُ خيْرُ صحْبي فيهِ تلقَى المعْلوماتِ منْ علومٍ وقرِيضٍ وتاريخِ الموجوداتِ ...

أحلم بعيون ذكية / بقلم: سامح أدور سعدالله

أحلم بعيون ذكية أتغمض عيناي الغبية  ذكائي؟ تلك هي المعادلة التي تحتاج ...

واحة الفكر Mêrga raman