الرئيسية / Beşê Kurdî / Ji Ber Ku Ez Jin im/ Vejîna Kurd

Ji Ber Ku Ez Jin im/ Vejîna Kurd

Ji Ber Ku Ez Jin im

 

Ji ber ku ez jin im, hemû rengên keskesorê li ser lêvên min azan didin û zemawendên tavê di pêlên ronahiya min de vedijenin, tîrêjên min digihên kişwera zaroktiyê, bîbikên hezkiriyên min, avahiyên herî dijwar û  hemû şaxên jiyanê, bisk û guliyên demê li ber şewqa rûyê min û li ber awazên bilûra dengê min bi ser gund û bajaran de îlahî li ba dibin..  Bi tîpên dilsozî û evîndariyê helbesta jînê malik bi malik dihûnim û abeya jiyanê diafirînim

Ji berbanga temenê min ve eşq û evîn ji kanîkên çavên min dizên, lewma bi Xwedêwenda ez hatime binavkirin, û afirênerê jiyanê hemû bedewî, qeşengî û nazdarî di bejn û bala min de berdaye, dilê min, mîna kaniyeke zelal, zîzî û delaliyê diherikîne.. Bi geşbîniya xwe asoyên rengereng serxweş dikim, bi pêlên hestên nazik tovên evînê, li her derê direşînim û dergeha buhiştê li ser piştê vedikim

Ji ber ku ez jin im, beyaban û zeviyên bûr ji rûyê zemînê radikim, bi sebir û aramiya xwe, xem û qisawetan ji sewkiya demsalan dadimalim, firavîna xwe li ber pala xem û kovanan, bi dilxweşî, dixwem û qet nawestim. Di taldeya şevan de jî gilî û gazincên xwe bi stêrkan re parve dikim, xwe davêm bextê heyvê , xemgîniya xwe li pişta wê bardikim, ji şewqa wê ya zîvî giyanê xwe yê westiyayî ronî dikim, û loda xewnên xwe li ber bayê hêviyan li bere ba dikim

Nivişta dayikbûnê ya pîroz çirûskên şahiyê li valahiya demên min dipekîne, kenê zarokekî giyanê min di meşka şahiyê de dikeyîne, miltanê êş û derdên min pîne dike û birûskên vînê di dilê min de dijenîne.. Erêê.. erê.. ji ber ku ez dayikeke dilovan im

 Ji ber ku ez jin im, qufika temenê min çîrokeke xembar dişopîne û bêzariya ku xwe li bedena demên min pêçaye, tovên qêrînan di sîngê hawaran de diçîne û dîwarên mirovahiyê ji qelşan mişt dike

Belê… mêrê min konê koletiyê di zemînê hizrên min de vedigire, û destarê ramanan di warê mirinê de dihêre, ezeziya wî şehkirina bisk û keziyên kovanên min girantir dike, roj û şevên min di argûnkê mejiyê wî de tên sotandin, ez dibim kevokeke ji xemê û dilsotiya fîxanên min baskên min bere keseran difirîne

 Keserên ku sal bi sal bi ser hev de giran bûne, lihevsîwarkirî ne.. di nav hev de ne û ji hev in.. Keserên ku min berve mûmên azadiyê dimeşînin û gavên min di siha pêdariyê de gupikên serkeftinan dişopînin û ji bend û qeydan rizgar dikin

Belê.. ji ber ku ez jin im, coş û pêdariya min tûrikê kul, derd û zorkêşiyên ku li ser min tabî bûne qul dikin û zengilê zanînê li darebesta jiyanê bi deng dikin

 

Vejîna Kurd 

عن Xalid Derik

تعليق واحد

  1. Sexual relationship can be a pleasurable give and take relationship with one?s partner. If anything fails with this give to get process, it really is enough to derail the connection. But anything could happen and that is unpredictable. Moreover, able to keep a healthy sexual relationship means keeping oneself physically healthy. So virtually any sexual disfunction must be treated with utmost care. One such health hazard is male impotence commonly seen in men. Unable to keep a proper and prolonged penile erection results in male impotence. This is infact a life threatening problem for maintaining a healthy sexual relationship. So when there arises this type of problem it?s smart to treat it in lieu of sitting quiet.

    The choice involving the various available treatments involve treatment with a proper medicine. Response to an oral agent like Levitra can be quite effective on this context. Studies show that erection dysfunction is mainly on account of insufficient blood flow towards the penis? veins and insufficient stimulation also. Practising oral therapy of Levitra increases the rate of the circulation of blood that gradually stimulates the penis resulting in a hard erection, adequate to have an intercourse.

    Levitra is a such drug which can be seen to be effective. Clinically many experts have proved who’s even conditions patients that are suffering from various health problems like hypertension, high cholesterol or diabetes. A lot of men, who took Levitra the very first time, responded positively for gaining high recovery rate. Besides, it’s been also found it can be also taken along with other medicines utilized to treat other health conditions.

    https://www.cialispascherfr24.com/cialis-from-canadian-pharmacies/

اضف رد

لن يتم نشر البريد الإلكتروني . الحقول المطلوبة مشار لها بـ *

*

x

‎قد يُعجبك أيضاً

نزل المطر/ بقلم: آمنة بريري

نزل المطر   فاصطبغ الكون بالصفاء والسموّ   وسرت نسمات شذيّة تلامس ...

على نكْءِ الجراحِ أرشُّ مِلحاً / بقلم: عبدالناصر عليوي العبيدي

ولــي قــلبٌ تعاندُهُ الصّروفُ ونــهرُ الــحادثاتِ بــه يحوفُ – إذا تــركَ الــرَّبيعُ ...

غزة غزوات / بقلم: عصمت شاهين دوسكي

منى النفس غزواتها وحدها على كبد شروخها راع الصدود عادة حملت الوهن ...

غزة الأمة وأمة غزة/ بقلم: خالد السلامي

منذ نكبة فلسطين في ١٩٤٨ تلك السنة العجفاء بل وقبلها حين بدأ ...

الظل والقرين/ بقلم: فاطمة معروفي

قصيدة من ديوان “نفس الماء” ضوضاء الصمت…… من حولي تكبل نقطي تمسح ...

أسمال الفزاعة البالية للشاعر بادماسيري جاياثيلاكا / ترجمة : بنيامين يوخنا دانيال

هايكو ( 1 ) أسمال الفزاعة البالية يسحب الحباك خيوطها * من ...

في الجهة الأخرى من الخديعة / بقلم: سالم الياس مدالو

  في الجهة الاخرى من الخديعة تفرك الغربان باجنحتها الشوك العوسج والحنظل ...

حلبجة الجريحة / بقلم: عصمت شاهين الدوسكي

  هلموا اسمعوا هذا الخبر نبأ اليوم قد تجلى حضر من قريب ...

واحة الفكر Mêrga raman