
Kerkûkê nadim bi Qudsê/ Lazgîn dêrûnî
Kerkûkê nadim bi Qudsê/ Lazgîn dêrûnî
Va didin em soz û peyman
Sund dixwin em her bi yezdan
Qet ji rê dernakevin em
Serxwebûn armanc û nîşan
Bo welat em can fida ne
Ev jiyan her berxwedane
Şev û rojan xew me nîne
Êş û nalîn pir girane
Bo me kerkûk dil û can e
Ruhniya herdu çava ne
Em te nadin qet bi qudsê
Quble û dîn û iman e
Zêrevanên can ji polat
Diparêzim xaka welat
Ew melîsên hov û tirsok
Ji destên wan nabin felat
Ev hezar sal em li benda
Xwîn û qurbanî me pir da
Xewn û hêvî ya me kurda
Va ye nû dara me pelda
Hêz û pêşmergê me şêrin
Hemberî dijminan mêrin
Her kesên ber wan de bêtin
Ser û laşên wan dihêrin
Milletê dengê xwe dayî
Wî erê kir bû xwiyayî
Kes nikarê pê betalkê
Bû qerarek xweş rewayî
Lazgîn dêrûnî
Kerkûkê nadim bi Qudsê/ Lazgîn dêrûnî
