Narîn Omer/ jinek tev jiyan e “Cawîdan”Xalid Qasim

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Narîn Omer /jinek tev jiyan e

Cawîdan”Xalid Qasim”

ـــــــــــــــــــ

Li nav ewrên reş û tarî

bûm dilopek ji baranê

Li ezmana  ez  geriyam

giham qada Kurdistanê

Ez hejiyam û hatim xwar

ser serbanê helbestvanê

Serban axbû ez kişandim

wek  dilopek ji    baranê

Vê carê ez bûme mêhvan

nav lênûskên narînvanê

Narîn jinek tev jiyan e

li her derê Kurdistanê

Çiqas xweş e rastî hebe

hevaltî li vê cîhanê

Hêvî heye ez bibim vîn

li zozanê Kurdistanê

You may also like...

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *