Nêrgiza Perî/ Beyar Robarî


Nêrgiza Perî
Beyar Robarî
ـــــــــ ــــــــــــــــــــــــــ
Nêrgiza Perî
Şepala Ezdahî
Kuştina te Şêrewa zerî
Li min helbestvanî vekir mezin derî
Deriyê kul û barê bindestî
Birîna me dilovanê gihîştî hestî
Ev e kurperwera min rastî
***
Nêrgiza pakrewan
Tu kuştinî hovan kurên hovan
Ev dirindeyên Ereb û Tirkan
Neviyên Holako û Mohamdê segvan
Tenê jiber tu kurdî ez bi qurban
Wek çawa kuştin Hefrîna ciwan
Berî çend heftan
Û berî wê bi dehan wekî wan
Jêkirin serê keç û xortên me kurdan
***
Nêrgizê!
Rojekê buhar wê bizê
Û roya azadiyê wê li me hilê
Û emê tohla te hildin lê dilê
Ji dizê çêl û mirîşkan û kujdarê zarok û pîrejinê
Û ala Laleşa Nûranî bilind hildin li warê KÎMARÊ
Li giyanê te bin hezar rehme lê pakerwanê.
:::::::::::
18 – 11 – 2019
Nêrgiz Dawûd:
Ew keçikek Kurd Êzêdî, ji gundê Kîmarê navçeya Çiyayê Lêlûn- herêma Efrînê û ew23 salî bû. Tunderwên Îslamiyên Sûrî, hevalbendên dewleta Tirkiyê û Erdogên ew revand û bizanebûn kuştin.
Piştî kuştina wê bi laşê wê yê paqij, wek hovan lîstin û jihevdû qetandin, wek çawa bi laşê pakrewana Kurd Hefrîn Xelef lîstin. Ev bûyer hîro 18 meha mijdarê pêkhat.
*****