Dilê can/ Lazgîn dêrûnî

 

Dilê can

Dilo ma qey tu nawestî

Te ev laş tev kira hestî

Li dûv eşqê heta kengî

Bimînî ser xweş û mestî

Li dûv yara û dîlberan

Li pey gewra û esmeran

Te canê min kira wêran

Çikim lê her tu serdestî

Li dor perya dibî perwan

Ne xemxwarê kul û derdan

Gerandin dem û sed dewran

Rihê min bo te radestî

Li baxê gul û nisrîna

Bedew û naz te çinîne

Li ser masa xwe danîne

Mirad û mexseda xwestî

Dilê aşiq timî can e

Temen ew qet ne pîvan e

Bijî sed car û pîroz be

Evîna kû te parastî

 

 

 

Lazgîn dêrûnî

You may also like...

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *