Dûrî ya te/Burhan Hisso

Dûrî ya te/Burhan Hisso
………………
Êvar ziwabû
ji sibehên dûriya te
Tizbiyek,ji kuloxan
li pey te,bi piste pista
Du lêvên çik ziwa
bi rawêja navê te
dirêêêêêêj
darvedike
xumarîne pêçî
li bejna meyê
hildihesin
YEMLÎXA
ji Şikftê
vedciniqe
kulox bi kulox
Dîrokê darvedike !!!.
Burhan Hisso.
3.11.2018