Di paşila jiyanê da / Necah Hovak
Di paşila jiyanê da
Xwenên zaroka dikin qîrîn
Biskên ciwanika
Li taxen zuha dikin
zarezar û nalîn
Ciya û newal dibin yek
Dema dayik dikin
hewar û girîn
Go emê bimînin parça
Û wê vebin gelek birîn
Ma ne şerma
Em berê xwe didin hev
Û dikin şer û kîn
Wan ewrên reş rakin
Zelal bikin can û dil
Ramanê kurdewariyê
bi şupînin
Ma heya kengî
Milet wê bi mînê
Hejar û xemgîn
……………….
Necah Hovak